Roma. Fotograf: Riccardo De Luca / AA
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine ji 6 milyon û 384 hezarî derbas bûye.
Nexweşî cara pêşiyê li bajarê Wuhanê yê eyaleta Hubeiya Çînê derketibû û belav bûbû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Covîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 377 hezar û 790 kes ji ber şewbê mirine û 2 milyon û 920 hezar û 953 kes jî ji şewbê filitîne.
Li seranserê cîhanê heta niha 6 milyon û 384 hezar û 99 kes şewba Covîd-19ê ketine.
Rewş li DYAyê xerab e
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, DYA ye. Li DYAyê hejmara kesên bi vîrusê ketine derketiye milyonek û 859 hezar û 597an û ji ber şewbê heta niha 106 hezar û 927 kes jî mirine.
Welatên ku ji 50 hezarî zêdetir nexweş lê hene
Di "Worldometer"ê da welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:
"Brezîlya (529 hezar û 405), Rûsya (423 hezar û 741), Îspanya (286 hezar û 718), Îngiltere (276 hezar û 332), Îtalya (233 hezar û 197), Hindistan (199 hezar û 613) Fransa (189 hezar û 220), Almanya (183 hezar û 765), Tirkiye (164 hezar û 769), Îran (154 hezar û 445), Şilî (105 hezar û 159), Meksîka (93 hezar û 435), Kanada (91 hezar û 705), Erebistana Siûdî (87 hezar û 142), Çîn (83 hezar û 22), Pakistan (76 hezar û 398), Belçîka (58 hezar û 517) û Qeter (58 hezar û 433)."
Li van welatan hejmara kesên ji ber Covîd-19ê mirin jî ev e:
"Îngiltere 39 hezar û 45, Îtalya 33 hezar û 475, Brezîlya 30 hezar û 46, Fransa 28 hezar û 833, Îspanya 27 hezar û 127, Meksîka 10 hezar û 167, Belçika 9 hezar û 486, Almanya 8 hezar û 618, Îran 7 hezar û 878, Kanada 7 hezar û 326, Hindistan 5 hezar û 610, Rûsya 5 hezar û 37, Çîn 4 hezar û 634, Peru 4 hezar û 634, Tirkiye 4 hezar û 563, Pakistan 1621, Şilî 1113, Erebistana Siûdî 525 û Qeter 40." (FD)
Çavkanî: AA