Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tedros Adhanom Ghebreyesus, Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) di civîna çapemeniyê ya ku duh (25 Tebax) hatibû lidarxistin de geşedanên dawîn ên derbarê rewşa Ukraynayê ku şerê ku bi dagirkirina Rûsyayê dest pê kiriye, pandemiya COVID-19ê û xureka meymûnan de parve kiriye.
Ghebreyesus diyar kiriye ku ji mehên dawîn ên sala 2019an vir va 6 milyon û 450 hezar kes ji ber vîrusê mirine û wiha dewam kiriye: "Vê hefteyê ji serê salê ve me bi milyonek mirinan qonaxeke xemgîn derbas kir."
Li 136 welatan rêjeya derzîkirinê di bin sedî 70 de ye
Ghebreyesus destnîşan kiriye ku 136 welatan heta dawiya meha Hezîranê nekarîye ji sedî 70ê serjimêriya xwe derzî bike û gotiye, "Em bang li hemû hikûmetan dikin ku xebatkarên tenduristiyê, kal û pîr û kesên di nav komên xeternak de derzî bikin.
Rewşa Tirkiyeyê çawa ye?
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê di hefteya 8-14ê Tebaxa 2022an da li welêt 342 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û testa Kovîd-19ê ya 143 hezar û 88 kesan jî pozîtîf derketiye. Bi giştî heta niha 100 hezar û 400 kes mirine, hejmara pêketiyan jî bûye 16 milyon û 671 hezar û 848.
Li gorî heman daneyan heta 26ê Tebaxê 57 milyon û 910 hezar û 986 kesan yek dozek derziya Kovîd-19ê, 53 milyon û 142 hezar û 69 kesan 2 doz, 28 milyon û 154 hezar û 302 kesan jî 3 doz wergirtine. (AY/SD)