Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Derhêner Costa Gavrasî piştgiriya xwe ji bo akademisyen Nûriye Gulmenê û mamoste Semîh Ozakçayî aşkere kir ku 83 roj in di greva birçûbûnê de ne û girtî ne.
Gavrasî bi rêya hevjîna Fatoş Guneyê sînemager Yilmaz Guneyî re peyam şand û diyar kir ku wî kampanyeya piştgiriya akademisyenan îmze kiriye û wiha got, “Li gel wan piştgiriyê dide çalakiya kesên têkoşînê li gel wan dide jî dike”.
Mesaja ku Costa Gavrasî ji Guneyê re şandiye wiha ye:
“Fatoşa hêja, ez dîlekçeya îmzeyê ya akademisyenên di greva birçîbûnê de ne bi kêfxweşî îmze dikim. Û her wiha ez piştgiriyê didim wê çalakiya wan kesan ku li gel wan têkoşînê dikin. Fatoşa hêja ez dostanî û dilsozî ya xwe ji bo bîranîna te û Yilmaz radigihînim”.
Filmê Yilmaz Guneyî yê bi navê “Rê” û yê Costa Gavras ê bi navê “Winda” di sala 1982yê de li Festîvala Filman A Cannesê xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribûn.
*Fotograf: Beyza Kural. Costa Gavras, di 7ê Nîsana 2013ê de beşdarî çalakiya ku li hemberî rûxandina Sînemaya Emekê ya li Beyogluyê bibû û rastî mudaxeleya polîsan a bi xazê hatibû.
Derbarê Costa Gavrasî de
Derhênerê Fransayî di 12ê Sibata 1933yê de li Yûnanistanê li Loutra-Iraiasê jidayik bû ye û navê wî yê rast Konstantinos Gavras e.
Di sala 1952yê de çû Parîsê û li Zanîngeha Sorbonne li ser wêjeyê perwerde dît. Li Parîsê di Enstîtuya Lêkolînên Sînemaya Bilind de xwend. Asîstanê derhênerên weke René Clair, René Clement û Jacques Demy kar kir.
Di sala 1964ê de filmê xwe yê pêşîn kişand: "Compartiment Tueurs" (Ekspresa Kujeran).
Piştî filmên xwe yê “Un Homme de Trop" (Mêrê Sêzdemîn, 1966) dest bi filmên siyasî kir. Filmê wî yê bi navê “Z”yê (1968) yê behsa kuştina parlamenterê sosyalîst li Yûnanistanê Lambrakîsî û derbeyê dike Xelata Oscarê wergirt.
Bi filmên "L'Aveu" (Îtîraf, 1970) û "Etat de Siège" (Îdareya Orfî, 1972) yên piştî “Z”yê kişand re sêbareyek çêkir Filmê Yilmaz Guneyî yê bi navê “Rê” û yê Costa Gavras ê bi navê “Winda” di sala 1982yê de li Festîvala Filman A Cannesê xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribûn. Derhêneriya 17 filman kir. Di 3 filman de jî bi hin derhênerên din re hevkarî kir. (AS/FD)