Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Odeya Muhendîsên Hawirdorê (ÇMO) ya bi ser Yekîtiya Odeyên Muhendîs û Mîmarên Tirkan (TMMOB) e, îro derbarê encamên erdhejên 6ê Sibatê de daxuyaniyek weşandiye.
Odeyê lêkolîn li bajarê Semsûrê kiriye û diyar kiriye ku li bajarên din jî heman encam hene:
“Li gel ziyana canî û malî ya di dema erdhejê de, xetereya bermahiyan jî heye. Odeya Muhendîsên Hawirdorê ya çû herêma erdhejê, hişyarî ji bo rêvebiriya bermahiyan û tenduristiya gelî da. Li Semsûrê, bermahiyên kavilan ên karesatê bera bendavê didin.
“Ji bo mirovên li Semsûrê li kolanan dimînin, pêwîstî bi lez û bez bi cihên destavê û ava vexwarinê heye. Li gorî çavdêriyan, ava cihên destavan li ser rêyan dihekirin û ti tedbîr ji bo van nehatine wergirtin. Ev jî rê li ber nexweşiyên mîna kolerayê li herêmê vedike.
“Di nava van bermahiyan de asbest hene û ev ji bo kesên li herêmê kar dikin rîsk e û divê tedbîr bên standin. Lê li gorî çavdêriyan, ti tedbîr nehatine wergirtin.” (TY/FD)