Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hilary Clintona wezîra Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ye, bû berbijara serokatiya wî welatî ya Partiya Demokrat.
Duhî li şeş dewletên Amerîkayê ber-hilbijartin(pêşhilbijartin) hatin kirin û Clintonê ji hevrikê xwe Bernie Sandersî zêdetir deng standin.
Li gor agahiyên ne esehî ên CNNê belav kirîn, li New Jerseyê Clintonê ji sedî 63,3yê dengan standine û Sandersî jî ji sedî 36,7ê dengan standine.
Li gor agahiyên ne fermî li New Mexicoyê jî Clintonê ji sedî 52yê dengan standine li Dakutaya Başûr jî ji sedî 51ê dengan bûne yên Clintonê.
Hevrikê Clintonê, Barnieyî jî li Dakutaya Bakur û Montanayê bûye yê yekem.
Partiya Komarî jî biryar dabû ku Donald Trup bibe berbijarê wan.
Clintonê li hesabê xwe yê Twitterê malavayî ji dengavêjan re got.
Clintonê li Twitterê nivîsîye:
‘’ Dîroka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dîyar dike edalet û wekhevî dê bi ser bikeve.’’ (YY/MB)