Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cihgira serokê Parlemana Almanyaya Federal, Claudia Rothê ji bo daxuyanîyên Erdoganî got: ‘’Ew rasterast tehrîkkarîyê dike’’
Rothê dîyar kiriye ku piştî Parlemana Almanyayê bûyerên 1915ê wek qirkirina Ermenîyan nas kir, Erdoganî gelek daxuyanîyên tehdîtkar dane û divê Angela Merkel bi daxuyaniyeka fermî helwesta xwe ji bo vê yekê nîşan bide.
Erdogan: ‘Divê xwîna wan ji testê derbas bibe'
Claudia Rothê Erdogan bi wê yekê tometbar kir ku ew dixwaze bi milyonan Tirkiyeyîyên li Almanyayê bêhizûr bike û got: ‘’ Ew dixwaze bi şêweyê xwe yê şerxwaz li Almanyayê jî bêhizûriyê çêbike û komên civakê ji hev dûr bike. ‘’
Erdoganî ji beriya niho parlamenterên Almanyayê wek hevkarên PKKyê yên li Almanyayê bi nav kiribû û gotinên wek ‘’şîr heram’’ ‘’bila li xwîna xwe binêrin’’ bi kar înabû. (HK/MB)
Çavkanî: Deutsche Welleya Tirkî