Di wêneyan diyar e ku gelek şûşeyên alkolê li der û dorê û li çalan de bi sedan hatine kom kirin. Sûer got, “Li Çiyayê Çilsîwaran(Kirklar) mirov ji ber çop û şûşeyên alkolê nikare gav biavêje.”
Çiyayê Çilsîwaran cihê herî xweş e ku meriv dikare li wir li Bexçeyên Hewselê û Pira Deh Çavî temaşe bike. Her weha berî çend salan avahî li wir hatibûn çêkirin û ev yek rastî gelek bertekan hatibû û pişt re avahiyên ku nîvco man hatibûn xerakirin.
Rêveberiya Desteya Herêmê ya Parastina Mîrateya Çandê ya Amedê bi bianet kurdiyê re axivî û diyar kir ku Çiyayê Çilsîwaran ne dewlemendiyeke çandî ya qeydkirî ye û xebatên paqijkirin û tedbîrê erka şaredariya pêwendîdar e.
Rayedaran bersiv nedan me
Lê belê ji ber ku kes bersiv neda telefonên me, me tu agahî ji Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya Sûrê bir dest nexist.
Pişt re me xwest ji bo mijarê em têkiliyê bi cîgirê şaredar re deynin ku berpirsê çandê ye lêbelê bersiva me neda.
*Çiyayê Çilsîwaran bi tirkî "Kırklar Dağı" ye
(BA/AY)