Çiyayê Agiriyê ya bilindahiya wê 5 hezar û 137 metre ye piştî berfa barîyayî mîna xêliya spî bi ser da kiribin, xemilî.
Ji serê Çiyayê Agiriyê bigir heta palên wê yên bi qasî 3 hezar û 500 metreyî bi berfê spî bûn.
Serokê Kûluba Wêne, Ger û Sirûştê ya Îdirê Muhammed Akkuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Çiyayê Agiriyê dema bi xêliya spî dixemile wêneyên gelek xweş derdikevin pêş mirov.
Akkuş destnîşan kir ku berfa li serê Çiyayê Agiriyê ku êdî hêdî hêdî ber bi palên jêr va tê mizgîniya zivistanê ye û wiha pê da çû: "Dema berf dikeve ser çiyê êdî em zanin ku zivistan tê. Ji ber berfê mirov dibê qey xêliya spî avêtibin serê Çiyayê Agiriyê lewra gelek xweş dibe û balê dikşîne. Çiyayê Agiriyê ji bilî Îdirê ji alî Îran, Nahçivan û Ermenistanê jî gelek baş tê xuyakirin."
Berfa ku ji serê Çiyayê Agiriyê dest pê dike, heta quntarên wê tê û reşahiyê nahêle encax di nav 5 mehan da dihele.
(MB)
*Çavkanî: Abdullah Tel |AA