Grubek çiyagerên çînî ji bo ku bilindahiya Çiyayê Everestê ji nû ve bipîvin, 7ê Gulanê bi rê ketibûn û niha gihîştine serê çiyê.
Li gor nûçeya Xinhua, Ajansa Nûçeyan a fermî ya Çînê, tîmeke ku ji 30 kesan pêk tê ji bo çiyayî bipîvin ji kampa liser sînorê Nepal û Çînê bi rê ketibûn. Di nava vê ekîbê de pisporên pîvanê yên Wezareta Çavkaniyên Siruştî û çiyagerên profesyonel hene.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku ekîb wê bi bi alîkariya cîhazan bilindahiya çiyê bipîvin. Her wiha wê ji bo diyarkirina çavkaniyên siruştî xebatên ceribandin û lêkolînê bikin.
Çînê beriya niha di salên 1975 û 2005an de ji bo bilindbûna Everestê bipîvin, komên keşifkirinê şandibû ser Everestê. Di sala 1975an de bilindahiya Çiyayî bi qasî 8 hezar û 848 metro û 13 santîmî û di sala 2005an de ji bi qasî 8 hezar û 844 metro û 43 santîmî hatibû pîvan.
Çiyayê Everestê çiyayê herî bilind ê dinyayê ye.
Çînê ji ber nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê di 12ê Adarê de aşkere kiribû ku wan derketina ser Çiyayê Everestê ji nav sînorên xwe qedexe kiriye. (FD)
Çavkanî - Fotograf: AA