Çiya Mazî dê di bernameyeka gotûbêjê ya Însiyatîfa Ronakê amade dike de, li ser edebiyata kurdî û berhemên xwe biaxive. Bername dê 12ê meha yekem(Çile, Kanûna Paşiyê) li Şa Performansê, siet 17ê be.
Çiya Mazî dê di bernamê de çîrok û helbestên xwe bixwîne. Mazî di heman demê de dê berhemên xwe jî îmze bike. Bîlalê Xerzî wê bernamê bi rê ve bibe.
Însiyatîfa Ronakê
Insiyatîfa Ronakê ku xwediyê bernamê ye, ev demek e li ser edebiyat û zanistiyê li Stembolê çalakiyan li dar dixe. Çalakiyên Insiyatîfê zêdetirîn li ser edebiyatê ne . Insiyatîf di heman demê de niha pêşbirkeke xwendinê birêve dibe. Yek ji taybetmendiyên Insiyatîfê ew e ku hemû karên wan bi zimanê Kurdî ye.
Bixwîne - Çiya Mazî wê behsa pirtûka xwe ya helbestan bike
Çiya Mazî
Çîroknûs, helbestkar û lêkolîner M. Çiya Mazî di sala 1960î de li gundê Kufragê ya navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Ji sala 1993êyan û vir ve bi Kurdî dinivîsîne. Heta niha gelek helbest, kurteçîrok, gotar/cerebeyên wî di rojnameya Azadiya Welat, Ozgur Polîtîka û kovarên weke Jiyana Rewşen, di malperên weke Diyarname, Rewanbêj, Xendan û Pûkmediayê de hatine weşandin. Hinek kurteçîrokên wî ji bo antalojiyan li Tirkî û Erebi hatine wergerandin.
M. Çiya Maziyî di sala 1997an de di pêşbaziya çîrokan a TUHAYDERê ya Îzmîrê de xelata yekemîn, di sala 1997an de di pêşbaziya çîrokan a Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de li Stenbolê bi çîroka “Agir Jî Dîl Bû” xelata teşwîkê û sala 199an di pêşbaziya NÇMyê de bi çîroka “Mistek Jiyan Dixwazim” xelata yekemîn standiye.
Berhemên wî ev in:
Li gel pirtûkên Mistek Jiyan (Çîrok, 2003), Mijarên Mîqro (Çîrok, 2009), Bahol (Çîrok, 2011), Peyarêk (Çîrok, 2013), Palûte (Helbest, 2008), Mazîyî li ser gotinên pêşiyan ferhengek bi navê Ferhenga Gotinên Pêşiyan (2005, her wiha di sala 2006ê de pi tîpen Kurmanciya jêrîn li Duhokê hatiye çapkirin), Baxek ji Folkrola Kurdî-Ji Derdora Mêrdînê (2014, lêkolîn / folklor) û Ez Çûm Ku Neçûm Ku (2015, Ger û geşt, gotar) amade kiriye û çap kiriye.
(MB)
Çavkanî: Însiyatîfa Ronakê