Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Behzad Mahmûdiyê 25 salî yê ji ber biryara sêdarê ya Îranê baz daye û xwe li Hewlêrê, Paytexta Herêma Kurdistanê girtiye ji ber xizaniyê xwe-şewitandiye.
Mahmûdî çûye Ofîsa NYyê ya li Hewlêrê û alîkarî xwestiye. Piştî bersiveke neyênî dane wî, Mahmûdiyî li ber ofîsa NYyê agir bi laşê xwe xistiye.
Mahmûdiyî gotiye ku “ji ber sekna min a Kurdistanî ez li Hewlêrê penaberê siyasî me. 4 sal berê ez ji Rojhilatê hatim Hewlêrê. Îran dixwaze min darve bike.
“Ez li vir jî birçî me, li kolanan, li mizgeftê dijîm. Ez ê xwe bişewitînim da ku ji min re nebêjin tu derewan dikî.”
Piştî Mahmûdiyî agir bera laşê xwe daye, hevalê wî yê bi wî re midaxele kiriye. Mahmûdiyê ku bi qasî 20 deqîqeyan li erdê maye, bi ambulansa Ofîsa NYyê birine Nexweşxaneya Emergency ya Hewlêrê. (RT/FD)