Fotograf: Jinnews
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alî Hamza Pehlîvan, Waliyê Şirnexê civîna “Plana Koordînasyonê ya Têkoşîna Li Jinan” pêk aniye.
Li gorî nûçeya Jinnewsê, Mehmet Yarka, Şaredarê Şirnexê, Selîm Kûş, Wekîlê Serdozgerê Komarî, Prof. Dr. Mehmet Şîmşek, Wekîlê Rektorê Zanîngeha Şirnexê, Tûnahan Efendîoglû, Alîkarê Waliyî, Cemal Dalman, Midûrê Emniyetê, Yarbay Serkan Karagoz, Wekîlê Fermandarê Cendermeyan, Nazan Şener, Midûra Perwerdeya Netewî, Mûzaffer Akçam, Midûrê Malbat û Xizmetguzariya Civakî yên bajêr û endamên komîsyonê beşdar bûne.
Beşdarbûna 15 mêran û bi tenê jinekê ya civîna tundkariya li ser jinan bal kişandiye.
Di civînê de hevkarî û koordînasyona saziyan ya li gorî biryarên Wezareta Karûbarên Navxweyî, gavên pêwîst hatine nirxandin û biryar hatine wergirtin. (EMK/FD)