Ji bo nûçeya Tirkî
Civîna serokwezîrên dewletên endamên NATOyê li paytexta Polonya Varşovayê dest pê kir. Bi ser navê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û heyeta ligel wî beşdarî civînê dibin.
Di civînê de bi ser mijarên veqetina Brîtanyayê ya ji YEyê, li Polonyayê û 3 welatên Baltikê li dijî Rûsyayê bicihkirina 1000 leşkerên NATOyê, fîloya Deryaya Reş, zêdekirina AWACSan û têkoşîna li dijî DAIŞê de nirxandinan dê were kirin.
Hevdîtin
Di civînê de tê payîn ku Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Barack Obama û Serokwezîra Almayayê Angla Merkel re hevdîtin pêk bîne.
Hevdîtina NATO-Rûsyayê di 13ê Tîrmehê de ye
Beriya civînê de Sekreterê Giştî yê NATOyê Jeans Stoltenberg daxuyand ku dê hevdîtina NATO-Konseya Rûsyayê di 13ê Tîrmehê de li Burkselê pêk were.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jeans Stoltenberg got: 'Şerê xevkirî bi dawî bû. Em hewl didin ku bi Rûsyayê re diyalokeke erênî û baş pêk bînin.
Nûnerê NATOyê ya Rûsyayê Aleksandr Gruşko jî hişyarî da ku biryarên leşkerî ku wê di civînê de were girtin dê bibe mijarê hevdîtina 13ê Tîrmehê de.
Ji bo civînê tedbîrên ewlehiyê
Ji bo pêkanîna civînê gelek tedbîrên ewlehiyê hati girtin.
Civîn li Standyuma PGE Naradowyê dê pêk were, hemû riyên ku diçe stanyumê jî hatine girtin. Li ser cihê ku dê lê civîn pêk were pervazên bo ewlehiyê tên kirin.
(EA/YO)