Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Nashvilleya paytexta eyaleta Tennessee ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di êrîşa çekdarî ya li dijî Dibistana Seretayî ya Xiristiyanan The Covenant Schoolê de 6 kes mirine. Diyar bûye ku êrîşkar Audrey Haleyê 28 salî ye.
Li gel ku polîsan êrîş bi nasnameya zayendî ya êrîşkar re girê nedaye, rojnameya New York Postê êrîş bi nasnameya zayendî ya gumanbar ve girê daye.
Li aliyê din civakên trans jî ji girêdana êrîşê bi nasnameya zayendî ya êrîşkar re kêfxweş nîne.
Çalakgerên li herêmê diyar kirine ku ew di hawîrdoreke ewle de najîn, anîne ziman ku ew ji vê êrîşê ditirsin.
(SH/NT/AY)