Fotograf: AA
Civata Nûneran, jibo ku pêşî li biryarên operasyonên leşkerî bi ser îranê bigre, pêşnûmaya ku wê erka Donald Trump, Serokê DYAyê bi sînor bike, qebûl kiriye.
Pêşnûma li hember 194 dengan bi 224 dengan hatiye qebûl kirin.
Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosiyê, roja Pêncşemê di dema ragihandina dengdanê de rexne li serokê Amerîka Donlad Trumpî kiriye ku bêyî şêwra Kongreyê fermana kuştina Generalê Îranî Qasim Silêmanî daye.
Pelosiyê biryara kuştina Silêmaniyî bi gotinên "provakatîf û bê plan" binav kiribû û gotibû li ser leşker û dîplomatên amerîkî xetere çêdike:
"Rêvebirî, ji bo pêşî li alozîyên giran bigre, li ser stratejîya bi bandor û lezgînî divê bi Kongreyê re xebateke hevpar bike. Ne Amerîka ne jî cîhan di bin barê şerekî nû de nikare rabe.”
Piştî erêkirina civata nûneran pêşenûma dê bişînin Civata Senatoran. (FD)
Çavkanî: Dengê Amerîkayê