Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Civata Huner&Çand a Amîdartê, bi mebesta parastina nasnameyê û bîra çandî wê hêmayên “deng”ên Amedê tomar bikin.
Proje wê du mehan bidome. Ji bo Kargeha Tomara Deng serlêdan di 17ê Gulanê de destpêdike. Her weha Kargeha Tomara Deng jî di 4, 5, 6ê Hezîrana 2021ê wê destpêbike.
“Deng”ên sembolîk yên Amedê
"Di çarçoveya projeyê de tê armanckirin ku dengên sembolîk ên îroyîn yên Amedê di tevahiya projeyê de wê bi alavên teknîkî bên qeydkirin ku wê tecrûbeya herî nêz a bihîstinê bidin rastiyê. Dengên tomarkirî dê li gorî celebê xwe bêne dabeşkirin û bi koleksiyon /pirtûkxaneya dîjîtal ve were peyda kirin."
Ji bo bîra çandî grîng e
Mûrat Aygun, Koordînatorê Projeyê bibîrxistiye ku dengên ku beşên çandê û jiyana rojane ne dema ku neyên tomarkirin û arşîvkirin li nav diçe û tê ji bîrkirin û weha gotiye, “Ji bo ku dengên bajêr zû diguherin di encama jiyana bajarekî dînamîk de, parastina sembolên deng ên bajêr ji bo parastina bîra çandî û nasnameya çandî girîng û pêwîst e."
Aygun gotiye, armanca herî bingehîn a projeye ewe ku têgihîştina ji bo “deng”ên çandî-bajarî zêde bike û parastina van dengan veguherîne xebateke kolektif.
Çalakiyên Projeyê
Kargeh
Kargeha Tomara Deng, bi pêşengiya Doç. Dr. Sertaç Kakî(Beşa Teknolojiyên Muzîkê, İTU) û xebatkarên kargehê û kesên ku deng tomar romar dikin pêktê. Kargeh bi beşdarbûna 12-15 kesên li bajêr dijîn û bi mijarê re eleqedar in wê pêk were.
Tomarkirina dengan
'Ekîba ku piştî atolyeyê li qadê dixebite wê di encama arastekirina şêwirmendên projeyê de dengan wê li cihên ku hatine diyarkirin,tomar bikin. Xebata li qadê wê 2 mehan bidome û dengên ku tê tomarkirin wê bi awayekî rêk û pêk pêşkeşî şêwirmendên projeye bên kirin.
Girtina tomarkirina deng û xebata qadê di navbera rojên 13ê Hezîran-12ê Tebaxa 2021an de wê were pêkanîn.
Hevpeyvîn
Kesên ku pispor in mijarên ku hatine diyarkirin wê binirxîne. Hevpeyvîn wê di 15, 16 û 17ê Îlona 2021an de pêk were.
Pêşange
Pêşange di 22ê Îlona 2021an de dê were lidarxistin.
(BD/NÖ/AY)