Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
American Physical Societyê (Civaka Fizîkê ya Emerîkayê) ji bo sala 2020ê Prof. Dr. Ayşe Erzan hêjayî wergirtina xelata mafên mirovan dîtiye.
Prof. Dr. Erzan, karbesa ji endamtîya perwerdekirina Beşa Endezyarîya Fizîkê ya Faqûlteya Edebîyatê ya İstanbul Teknik Üniversitesiyê (İTÜ) ye.
Civaka Fîzîkê ya Emerîkayê ku di bin sîwana wê de ji tevahîya dinyayê serdestî 55 hezar fizîknas hene, bi kovarên lêkolînên derxwezayî, civînên zanistî û perwerdehî, alîkarîya civakî, parêzvanî û çalakîyên xwe yên navneteweyî hewl dide ku zanyarîya derbarê fizîkê de bi pêş bize û bêtir ber belav bike. Di 29ê Gulana 1899an de 36 fizîknasên ji Zanîngeha Columbiayê ava kiriye.
Prof. Dr. Erzanê, ji ber “dilsozîya xwe ya li hember mafên mirovan a bi qasî emrekî û parêzvanîya mafên mirovan ku di ti rewş û mercê de dev jê bernedaye” hêjayî xelatî hatiye dîtin.
Xelata American Physical Societyê, ji du salan carekê ji bo bîranîna parêzvanê mafên mirovan Andrei Sakharov tê dayîn.
(EMK/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye.