Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê Partîya Gel a Komarî(CHP) li navenda giştî a partiya xwe bi Alî Babacan, Serokê Giştî ê Partiya Pêşketin û Demokrasiyê(DEVA) re hevdîtin pêkaniye.
Piştî hevdîtinê Babacan û Kiliçdaroglû daxuyanî dane rojnamegeran. Babacan diyar kiriye ku wan di civînê de behsa amadekariyên sîstema parlamenteriya bihêzkirî kirine. Kiliçdaroglûyî jî destnîşan kiriye ku wan di civînê de behsa pirsgirêkên li Tirkiyeyê kirine û gotiye, “Me behsa aboriyê, hiqûqê, reforma hiqûqê ya ku qala wê tê kirin, politikaya derve û sîstema parlamenteriya bihêzkirî kir û nirxandin.”
Ji sedî 58 sîstema heyî qebûl nakin
Kiliçdaroglû dîyar kiriye û gotiye, “li gorî lêkolînên giştî ji sedî 58ê civakê ji sîstema heyî razî nînin û sîstema parlamenteriya bihêzkirî dixwazin.”
Her weha Kiliçdaroglûyî li ser pirsa rojnamegeran ya ku hûn di demek nêz de dê bi Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) re hevdîtinê pêkbîne an na, gotiye “Bêguman bi partiyên sîyasî yên rewa re hevdîtin çêdibe.” Babacan jî heman pirsiyar bersivandiye û gotiye, “Heta niha tu daxwazek ji bo hevdîtinê ji me re nehatiye. Lewre daxwaz bê kirin em ê qebûl bikin, çi pirsgirêkek nîne.”
(DŞ/AY)