Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Civakên Sivîl ya Sîstema Cezakirinê, hin pêşniyarên nû ji bo Wezareta Dadê da. Wezaretê biryar daye projeyekê ji bo zarokên di girtîgehan de bêpere nameyan bişînin daye dest pê kirin.
‘’Wezareta Dadê nû biryar daye hêj bi fermî proje nedayî dest pê kirin em pêşniyar dikin ku divê jorên pîşeyan û akademîsyen beşdarîya vê projeyê bikin û tecrûbeyên xwe û pêşniyarên xwe ji bo projeyê bibêjin.’’
Pirsên bêbersiv
Li gor CISSTyê divê wezaret bersiva hin pirsan bide
*Di çapemeniyê de projeya namenivîsîna bêpere dê ji bo zarokên di girtîgehan de bê dest pê kirin. Proje ji bo demekê ne. Ne bes e ku ev derfet ji bo demekê bi tenê be. Ji bo nimûne gelo piştî du salên şandina nameyên bêpere dê ji bo nameyan pere bêne standin?
*Li projeyê hatiye nivîsîn ku zarok dê bikarin ji endamên malbata xwe, ji hevalên xwe ji kes û saziyan re nameyan bişînin. Gelo dê hejmarek hebe, dê bikarin çend nameyan binivîsin?
Çi bûbû?
Ne olmuştu?
Serokê CISSTyê Zafer Kiraçî ji bo zarokên di girtîgehan de bikarin nameyan bêpere bişînin 1ê Kanûna Paşiyê xwenîşandanek dabû dest pê kirin.
Wî bi serêm xwe 14 hezar û 796 îmze ji bo kampanyaya navborî kom kir.
Piştî Wezareta Dadê dîyar kir wan xebateka li ser mijarê daye dest pê kirin wî xwenîşandana xwe bi dawî aniye.(YY/MB)