Esra Oztaş Hemetoğlûyê, Heyranokên ji dêya xwe Rehîme Öztaşê guhdar kirine, di pirtûkekê de berhev kirine. Pirtûk bi navê "Çirûsk"ê ji hêla Nas Ajansê ve hatiye weşandin. Di pirtûkê de bi dehan Heynarok hene ku keç û xortên evîndar wan ji hev re dibêjin.
Pirtûka Oztaşê ji du beşan pêk hatiye. Beşek jê ji helbestên wê. Di beşê duyem de jî Heynarok hene.
Oztaşê ji bo Heyranokan di destpêka beşa duyem de ev zanyarî nivîsinê: "Heyranok celebek edebî ye. Wekî stranan tê gotin û naveroka wê bi piranî evîna keç û xortan e. Eşîrên li herêma bakurê, havînê li deşt û zozanan, zivistanê jî li gundan dijîn, hezkirina cehêlan an platonîk an jî hevdu bu. Heyranok, ecibandin û hezkirina ku jinan zilamek ji yêkî din re hîs dike û ji wê/wî re bêje. Heyranok diçarîn tê nîvîsandin û bihevra li hev hatîne. Evene bi saya dengbêjan heta roja me hatîne. Lê belê ji bo heyranokan kes qedr nedaye. Cihên ku kevneşopîya heyranok lê pir tê parastin; Colemêrg (Hekkarî), Çel, Gever, Wan, Şemzînan û Cizîre. Ev heyranokên ku min ji dayîka xwe
bihîstîye nivîsî. Ev hemî heyranok yên eşîra Gûzereş û gundê Gûzereşê(Cevizli) li bajarê Colemêrgê hatîne gotin. Gava ku hûn dixwînin, hûn dê baştir fêm dikin."
Derbarê Esra Öztaş Hemetoğlûyê de
Esra Öztaş Hemetoğlu di sala 1993an de li Colemêrgê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û amadeyî li Colemêrgê qedandîye. Li Mêrdînê, Zaningeha Artuklûyê xelas kirîye. Li Wanê 4 salan mamostetiyê kirîye. Ji zaroktiya xwe ve eleqeya wê bi nivîsandinê re heye. Di salên Mamostetiyê de dest bi nivîsandina helbestan kirîye. Çirûsk pirtuka wê ya yekem e. (FD)