Wêne: Murat Bayram/bianet
“Ez dibêjim heke min li vê dinyayê tiştekî baş kiribe ev e, jinûveweşandina HAWARê ye.”
15ê Gulanê, roja çapkirina kovara Hawarê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Celadet Alî Bedir-Xanî 1932yê Hawar çap kiribû, Firat Cewerîyî 1998ê ew ji nû ve weşandibû. Cewerîyî çîroka xwe ya rêya li pey çapkirina Hawarê ji bianet kurdîyê re got.
Çîroka di rêyên Stockholm, Şam, Helebê de û serhatiyên li mala qewîtîya Rewşen Bedirxanê di bersiva Cewerî de ye.
1977ê Haya min ji Hawarê nebû
Min di salên xwe yên naşîtiyê de, di salên 1977-78an de dest bi nivîsandina kurdî kiribû. Min bi kurdî dinivîsand, lê haya min ji kovara HAWARê tunebû. Ez di sala 1980 de ji welêt derketim û li Swêdê bi cih bûm. Di eynî salê de kitêbeke min derket. Hê jî haya min ji HAWARê tunebû. Ez bawer dikim di sala 1982an de ez bi HAWARê hesiyam.
Hemreş Reşo hin hejmarên HAWARê civandibûn û weşandibû. Hejmarên destpêkê tunebûn.
Dû şopa Hawarê
Dema Firad Cewerî li Konsolxaneya Swêdê ya li stenbolê diaxive
Di nîvê salên 1980yî de fikra derxistina kovareke edebî di serê min de bi cih bû. Loma ez bi dû şopa HAWARê ketim.
Min xwest ez hemû hejmarên wê bicivînînim û ji nû ve bi çapeke bedew pêşkêşî kurdan bikim.
Sala 1987an min dev ji her tiştên xwe yên li Swêdê berda û min berê xwe da Sûriyê. Ez pêşî çûm Şamê. Min li wir Osman Sebrî dît.
Şam û Heleb
Celadet Alî Bedirxan
Min ji Şamê berê xwe da Helebê. Ji Helebê ez dageriyam Banyasê û ez li xanima Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, Rewşen Xanimê bûm mêvan. Li ba Rewşen Xanimê jî hemû hejmarên Hawarê tunebûn. Piştî mêvandariyeke ji dil û dostane, min ji wir berê xwe da Qamişlo.
Ez li Qamişloyê jî li dû HAWARê geriyam. Min hin nivîskarên wê, ku rojên xwe dihejmartin dîtin, lê HAWAR li ba wan tunebû.
Ez qederê du mehan li Sûriyê mam. Ez bi Rewşen Xanimê re her di têkiliyê de bûm. Destnivîsa Celadet Beg jî tê de, wê tibabek kitêbên HAWARê dan min û ji min rica kir ku ez wan bi awayekî bigihînim kurdan da kurd nebêjin ew bêyî ziman û edebiyat in.
Ez bi barek kovar û kitêb ji Sûriyê vegeriyam Swêdê. Min hingî xwest ez HAWARê derxim, lê imkanê min tunebûn.
Di sala 1990î de derxistina kovara NÛDEMê di serê min de zelal bû. Min hejmara pêşî di bihara 1992an de derxist. Lê armanca min her derxistina HAWARê bû. HAWAR û dema HAWARê bi temamî hatibû ji bîr kirin. Belkî haya yek libinan jê hebû, lê bi gelemperî hatibû jibîrkirin.
Nûdem û Hawar
Kovara Hawarê ya ku Nûdemê çap kiriye
Piştî ku min çend salan NÛDEM derxist û NÛDEMê cihekî xwe di dilên xwendevanên kurdî de çêkir, êdî dema ku ez HAWARê jî bigihînim kurdan hatibû. Hin hejmarên kêm min ji ba Mehmed Uzun û Mahmûd Lewendî peyda kirin û min di sala 1998an de mîna du cildan derxist.
“Heke min li vê dinyayê tiştek baş kiribe...”
Ez pir pê re westiyam, lê gava ez niha vedigerim û lê dinerim, ez dibêjim heke min li vê dinyayê tiştekî baş kiribe ev e, jinûveweşandina HAWARê ye.
HAWAR di 15ê gulana 1932an de derketibû, min jî ew di 15ê gulana 1998an de derxist. Îro HAWAR ji mirinê filitîye û bi her awayî gihiştiye nifşê nû. Îro 15ê gulanê ye, cejna zimanê kurdî ye, ev roj li kurdan pîroz be! Hêvîdar im wê kurd, kurdî tenê di vê rojê de nehêlin, hemû giraniya xwe bidin kurdî û bikin kurdî bibe zimanê perwerdeyê û li bazarê pere bike…
(MB)