Nivîskar û çîroknivîsê ciwan ê Kurd Karox Fehmî di 21 mîn Festîvala Gelawêjê de bi çîroka bi navê “Du Êvarên Asayî” xelata baştirîn çîroka Festîvalê bidest xist.
Gelawêj navê festîvalekiye ku ji bîst sal beriya niha hersal ji aliyê Navenda Rewşenbîriya Gelawêjê li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya mêvanên Kurd û biyanî tê lidar xistin û girîngiyê bi edebiyat û hunerê dide.
Karox Fehmî
Di Festîvalê de pêşbirka helbest, çîrok, rexne û lêkolînên edebî bi rê ve diçe. Herwiha di rojeke taybet de beşdar û mêvanên Îranî û Ereb jî berhemên xwe dixwînin. Festîvala îsal di roja 5ê Nîsanê de li jêr navê “Efrîn” ê û bi slogana “ Têperandina çarçoveyên daxistî” di sê rojan de li Salon a Tewar a bajarê Silêmaniyê birêve çû.
Çîroka du êvarên asayî (Çîrok: Karox Fehmî, Ji Soranî ji bo Kurmancîyê: Dêrsim Oremar)
Karox Fehmî (1984)Li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji sala 2000'ê û pê ve dinivîse. Di sala 2003'ê de yekemîn helbesta wî di beşa edeb û huner a Rojnameya Kurdistanî Niwê da belav bûye. Endamê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bûye. Mastera Edebiyata Kurdî heye. - Di çaremîn Festîvals Ciwanan a sala 2008'ê de xelata yekem a çîrokan bidest xistiye. Di 21 mîn Festîvala Salane ya Gelawêjê ya sala 2018'ê de xelata yekem a baştirîn çîrokê bidest xist. Di kovar û rojnameyên Başûrê Kurdistanê da helbest, gotarên edebî û rexneyî dinivîse. Desteya nivîskaran a kovara "Kiwêstanê" bûye. Wergera çîrokê ku Dêrsim Oremar ji zaraveya Soranî kiriye kurmancî.
|
(DO/MB)