“Serê xelkê gundê Hamelînê, ji ber îstîlaya mişkan di belayê de ye. Li her dere mişk hene û hemû xwarinên gundiyan dixwin.”
Hans Christian Andersenê çîrokbêj ê navdar, di çîroka xwe ya bi navê “Bilûrvanê Gundê Bimişk” de vê rewşa Gundê Hamelînê û rêya ku wan ji bo çareseriyê peyda kiriye” vedibêje.
Andersen, çîrokbêjekî navdar e û çîroka wî ya bi navê “Bilûrvanê Gundê Bimişk” jî bi qasî navê wî navdar e. Mîna çîrokên wî yên din.
Gundiyên Hamelînê yên ji ber mişkan bêzar in, ji bo çareyekê ji wan re bibîne, diçin cem muxtar. Muxtar û şandeya extiyaran a gund li hev dicivin da ku çareyekê ji vê “karesatê” re bibinin.
Hîna wan çareserî peyda nekiriye û xortek ji derveyî gund tê gund û ji wan re dibêje ez dikarim wan ji mişkan xelas bikim. Gundî û xort li ser qewlê ku wê hezar zêrî bidin, li hev dikin.
Xort bilûra xwe difîkîne û mişkan ji gund derdixe. Lê muxtar soza xwe dixwe. Xort jî dikeve li pey heyfa xwe.
Andersenê ku di çîrokên xwe de peyaman dide gel, mirovan û rêveberan, di vir de dixwaze bibêje ku “kesên soza xwe bixwin, wê paşê poşman bibin.”
Hans Christian Andersen di 2yê Nîsana 1805an de li Danîmarkayê ji dayik bûye. Navdartirîn nivîskarê danîmarkî ye û yek ji pêşekên çîrokbêjiya cîhanê ye. “Çîrokên Andersenî” berhemên wî yên herî berbelav in. Çîrokên wî ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin.
Ev çîroka wî ya behsa bêzariya gundiyên Hamelînê a ji ber destê mişkan, ji bo kurdiyê hatiye wergerandin û Weşanxaneya Nûbiharê ew çap kiriye.
Memê Miksî ew li hev aniye û Binevş Selçûkê wêne ji bo pirtûkê xêz kirine. Lê di pirtûkê de nehatiye diyarkirin ku ka pirtûk ji kîjan zimanî hatiye wergerandin.
Andersenî çîroka xwe bi rengê pexşanê nivîsiye lê Memê Miksî şêweyê çîrokê ji binî de guherandiye û weke helbest saz kiriye. Bi vî rengî ahengek û muzîkek di çîrokê de peyda bûye û xwendina wê ya ji bo zarokan hêsantir bûye. (FD)