Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
bianet ji sala 2001ê û vir ve binpêkirinên azadiya xweîfadekirinê dişopîne û wan weke rapor amade dike.
Erol Onderoglû, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê li Tirkiyeyê jî ji wê rojê û vir ve him şahidiya van binpêkirinan dike him jî wan dinivîse.
Onderoglûyî ji me re behsa 20 salên borî yên Tirkiyeyê kir k udi warê azadiya xweîfadekirinê de qet bihostek jî bipêş neketiye.
Onderoglûyî got: Heke îro, di demeke awarte de rojnamegerî hê li ser piyan be û dev ji nirxên esasî yên mafên mirovan bernedabe, helbet ji ber vî tiştî, em deyndarê hêza mirovî ya rojnamegeran in.
Keda 20 salan e
Em ê niha guh bidin Onderoglûyî ku dibêje “divê em xwe biçûk nebinin”:
“Di wan salên ku Weqfa Ragihandinê ya IPSyê projeya bianetê dabû destpêkirin, me Me dest bi amadekariya Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên bianetê kir.
“Ez dibêjim me amade kirin, lewre têkiliyên me yên çêbûn, bi alîkariya Fîkret Ilkîz, hiqûqnasê ragihandinê bûn ku herî hindik şeş salan beşdarî semînerên me yên herêmî bû.
“Nadîre Mater û Ertûgrûl Kurkçuyî ev proje dane destpêkirin. Di salên pêşiyê de li gor armanca projeyê, me têkiliyên gelekî baş bi rojnameyên herêmî yên Tirkiyeyê re danî.
“Lewma di sala 2000î de li buroyê bi tena serê xwe min tevkariya vî tiştî de dikir û li hêla din jî min xwest ku em û rojnamegerên herêmî derdên xwe ji hev re bibêjin.
“Me di sala 2001ê de rapora xwe ya pêşiyê amade kir ku têkiliya me bi 142 rojnameger û dezgehên medyayê re hebû. Êrîş, dadgehkirin, sansur, rawestandina weşanê, gefxwarin ango gelek zextên ku wê demê li ser van rojnamegerên herêmî hebûn, di van raporan de hatin nivîsandin.
Duh û îro çi guhertin di “rihê reforman de çêbûn”?
“Di demên borî de hin tiştan nîşan da ku Erdogan û rihê reforman ne li gorî hev in.
“Ez dikarim vê minakê bidim, di sala 2004an de li Karabukê çûbû maleke kal û pîran. Li wir ji ber pirs lê kiribû, nûçegihanê rojnameya Vatanê azirandibû.
“Van tiştan nîşan da ku dibe di salên pêş de Erdogan reforman pêk bîne lê divê reform li bal wî jî hêja bin. Pirsgirêk hîn di serî de hebûn.
“Bi min wisa tê ku nirxên civaka piralîparêz û xweşbîniya li hemberî rexneyan li bal serokê wê demê jî nebûn. Divê em li bal serokê niha jî zêde lê negerin.
Bêcezatî tiştekî “zelûl e”
“Em îro hîna neçar in wan dozan bişopînin ku derbarê kuştina rojnamegerên di salên 90î de ne. Ez dibêm ev divê bê şermezarkirin.
“Îro hîna doza derbarê hin kujerên Ugur Mumcu û Ahmet Taner Kişlaliyî li Enqereyê didome.
“Kuştina Musa Anterî di dema pêvajoya aştiyê de, weke sembola dilpakiyê hiştibûn doz lê were vekirin, ev tiştekî biqîmet e. Lê îro dosye dewam dike û ev tiştekî ‘zelûl e’.”
Rewşa otorîterbûnê
“Ew civakên ku giraniyê didin otorîterbûnê, ji bo herkesi xetere ne. Ne tenê rojnamegerekî/ê dişîne girtîgehê an jî dihêle bi salan weke bersûc bimîne. Her weha dihêle welatî dema biçe rojnameyê bikire, bibêje ku “ma gelo ez ji bo çi vê dikirim”.
“Piştî berberîbûna civakî hewqas tê xurtkirin, hûndibînin ku modelên rojnamegeriyê yên cida cida jî tên beramberî hev.
“Hinek îdia dikin ku rojnamegerî divê xizmetê ji bo misyonên welatparêziyê bike û rojnamegeriya li hemberî vê disekine jî dibêwe ku di esasê xwe de rojnamegeriya bingehîn ne li dijî sîstemîn polîtîk tên kirin û ne ji bo piştgiriya wan sîsteman jî tên kirin, li gor wan kesan ji bo tevkariyê li mafê zanyariyan ên welatiyan bikin, tê kirin.”
* Raporên Çavdêriya li Medyayê yên BIAyê, bi piştgiriya Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Swêdê(SIDA) û Komeleya Heinrich Böll Stiftungî ve tên amadekirin û weşandin. Berpirsiyariya naveroka raporan û vî vîdeoyê li ser pişta Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye û bi ti awayî nêrîna Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Swêdê(SIDA) û Heinrich Böll Stiftungî nîşan nade.
(DŞ/FD)