* Fotograf: Ala LGBTI+an, Çavkanî: grpride.org.
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya UniKuirê di meha Çiriya Paşiyê de dest pê kiriye ku xebatên Parlamentoyê li gorî mafên LGBTI+an bişopîne.
UniKuir li zanîngehan têkoşînê li dijî cudakarî, nefretkirin û tundkariya li LGBTI+an dibin bike û dixwaze ji bo hemû xwendekarên zanîngehan qadên azad û ewle saz bike.
Komeleyê çavdêriyên xwe yên destpêkê weke raporekê weşandiye.
Li gorî vê bultenê di meha Çiriya Paşiyê de li Parlamentoyê:
Civata Giştî 13 caran kom bûye, tenê di du civînan de û sê caran behsa peyva LGBTI+an bûye. Carekê jî gotine ku xebatên kone yên êrîşî saziya malbatê dikin û ew kirine hedef.
144 caran civînên çapemeniyê li dar xistine, bi tenê di sê civînan de behsa LGBTI+an hatiye kirin.
Partiyên siyasî yên ku komên wan li parlamentoyê hene, di 17 civînên komên xwe de behsa mafên LGBTI+an nekirine. Carekê bi îdiaya ku malbat bi tenê ji jin û mêran pêk tê behsa wan hatiye kirin û hatiye gotin ku bila destûra bingehîn bêguhertin.
- Di 80 projeyaseyan de qet behsa LGBTI+an nehatiye kirin.
- Di 137 pêşniyarnameyan de bi ti rengî behsa LGBTI+an nehatiye kirin.
- Di hezar û 394 pirsyarnameyan de bi ti rengî behsa LGBTI+an nehatiye kirin.
Lê li Parlamentoyê mijarên ku rasterast têkildarî lûbûnyayan jî hatine nîqaşkirin: qanûna sansurê, bûrs-krediya perwerdeyê, xizanî, guhertina qanûna bingehîn û yên mîna wan.
Parlamenterên ku li Parlamentoyê behsa mafên LGBTI+an kirine
Vê mehê di rojeva lûbûnyayan de mijarên mîna guhertina Destûra Bingehîn a li dijî LGBTI+an, meşa nefretkirinê ya li Stenbolê pêk hatiye û wê li bajarên cide pêk bê û çendinên din hebûn.
Parlamenterên ku li Parlamentoyê behsa mafên LGBTI+an kirine ev in:
- Parlamentoya Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy,
- Parlamentoya Stenbolê ya HDPyê Zuleyha Gulum,
- Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş,
- Parlamentera Stenbolê ya TIPê Sera Kadigîl.
- (TY/FD)