Çînê wesayîta bi navê "Chang-e 5" ji bo nimûneyan berhev bike, şandiye ser rûyê heyvê.
Çînê 4 modulên "Channg-e 5" bi roketa Meşa Dirêj 5-Yyê ji navenda li Wecnhangê şandine fezayê.
Hatiye diyarkirin ku wesayît wê di 3 rojan da bigihêje ser rûyê heyvê.
Li gor Ajansa Fezayê û Hewageriyê ya Amerîkayê (NASA) peywira bingehîn a "Chang-e 5" ew e ku li ser rûyê heyvê kolanê bike û giraniya 2 kîlo nimûneyan bîne dinê.
Li gorî şîroveyan, heke "Chang-e 5" peywirê serkeftî bi cî bîne, wê di bernameya fezayê ya Çînê da pêşketineke girîng çêbe.
Çînê di sala 2019an da wesayîta robotîk a "Chang-e 4" şandibû fezayê û wesayitê li aliyê tarî yê heyvê danîbû. Çîn bûbû welatê yekemîn ku vî karî dike. (FD)
Çavkanî: AA