Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê, rojnamevan, nivîskar û akademîsyen Nagihan Akarsel di 4ê Çiriya Pêşiyê de li bajarê Silêmaniya Herêma Federal a Kurdistanê li ber deriyê mala xwe di encama êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin. Hatiye diyarkirin ku wê cinazeya Akarselê sibê(Çarşema 12ê Çiriya Pêşiya 2022) wê bişînin Enqereyê.
Li bendê bûn cenazeyê Akarsel îro saet di 13.00an de ji Hewlêrê bi balafirê bînin Enqereyê, ji wir derbasî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Enqereyê bê kirin û piştre jî bibin Taxa Golyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê. Lêbelê ji ber ku Wezareta Tenduristiya Iraqê belgeyên têkildarî şandina cinazeya Akarselê hê pesend nekiriye, şandina cinazeyê ji bo sibê hatiye taloqkirin.
Derbarê Nagihan Akarselê de
Rojnameger, lêkolîner, nivîskar. Li Canbegiya Konyayê ji dayik bûye. Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê li Zanîngeha Gaziyê qedandiye. Paşê li Beşa Xebatên Jinan a Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Enqereyê salekê master kiriye. Endama International Federation Of Journalist (IFJ), Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ye. Li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê weke nûçegihan û edîtor xebitiye. Li rojnameya Ozgur Gundem û ya Gunlukê quncik nivîsandiye. Li rojnameya Yeni Ozgur Politikayê hîna jhi quncikan dinivîsîne. Di avakirina kovara Ozgur Kadinê de cih girtiye. Di kovarên Demokratîk Modernîte û Jîneolojiyê de nivîsên wê hatine weşandin. Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê ye. Di bin banê Akademiya Jineolojiyê de lêkolînên xwe dewam dike.
(EMK/AY)