Meral Daniş Beştaş
“Çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?”
![“Çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/199/239/original/333.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wekîla ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Leyla Gûven di girtîgehê de ye, wekîla HDPyî Meral Daniş Beştaşê bi pirsnameyekê ji meclîsê pirsî “çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?”
Dadgeha Cezayên Giran a Amedê a 9., 29ê Hezîranê ji bo Leyla Gûvenê biryara tehîyekirinê dabû. Dozgerê dozê îtiraz kiribû. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê a 10., guh daye îtiraza dozgerî û biryara Dadgeha Cezayên Giran a Amedê a 9. betal kiriye. Dadgehê biryar daye ku divê Gûven di girtîgehê de bimîne.
11ê Tîrmehê Gûven hat dadkirin û nehat tehlîyekirin. 4ê Çiriya Paşiyê ew ê dîsa bê dadkirin.
Wekîla HDPyî Meral Daniş Beştaşê diyar kiriye ku di Qanûna Bingehîn de zelal e ku [divê Gûven ne girtî be]. Beştaşê ji wezîrê dadê Hamid Gulî pirsiye ka kê talîmata girtinê daye dozgerî?
(AS/MB)