Li gundê Rihaniyê yê bi ser navçeya Silopyayê, ya li quntarê Çiyayê Cûdiyê ye, jinan dest bi berhevkirina fisteqan kir.
Li gorî nûçeya Zeynep Dûrgûtê, ya di MAyê de hatiye weşandin, jinên ku tevî zarokên xwe her payîzê ji Şirnex, Cizîr û Hezexê berê xwe didin Silopyayê, piştî fisteqan kom dikin, wan difiroşin û debara xwe pê dikin.
Fisteq her sal bi kedeke mezin tên çandin. Payîzê tên berhevkirin. Li Silopyayê di sala 2019an de li 30 hezar donim erdî fisteq dihatin çandin. Di sala 2020an de bû 60 hezar donim. Li herêmê hilbirîna fistiqan a ku bûye çavkaniya debara xelkê herêmê sal bi sal bihayê wê dikeve.
Fisteq li nav zeviyan tên firotin. Kîloya fisteqan li nava zeviyan 15 lîreyê tirkan e, lê li ser dezgehan bi 50 lîreyî tê firotin. Jin, ji ber kêmbûna bihayê fisteqan bi gilî û gazind in.
“Qîmeta keda destê me nemaye”
Buşra Dûraka 50 salî ji Silopiyayê hatiye ji bo fisteqan kom bike. Buşra dibêje ku ew heqê keda destê xwe nastînin: “Fisteqên ku em kom dikin em difiroşin bazirganan. Me par bi 10 lîreyan difirot û îsal jî dixwazin bi 10 lîreyan ji me distînin. Hîle li me dikin. Heçiyê ku radibe li ser keda me bazirganiyê dike. Qîmeta keda destê me nema ye. Her tiştek jî biha kirine. Çima her tiştek girane, çima keda destê me erzane? Em nikarin debara xwe bikin. Sal bi sal karê me ev e. Ma ev jî jiyane? Em debara mala xwe bi van fisteqan dikin. Em bi piranî jî jin tên vê derê. Kesên ku ked didin jin in. Tişta ku jin dikin zilam nikarin bikin. Karê jinan her tim ji yê mêran zehmetir e. Keda me nayê dîtin. Jin bikin nekin weke ku nekirine. Bihayê fisteqan ê piyasayê 50-60 lîre ye, lê bi 15 lîreya ji me distînin. Bazirganên ku tên dikirin jî li gorî serê xwe bihayê wê diyar dikin.”
“Bazirgan li gor berwejendiya xwe biha diyar dikin”
Zeynep Yilmaza 45 salî a ku ji gund hatiye berhevkirina fisteqan bal kişand li ser cotkariyê ya roj bi roj bêqîmet dibe û debara gel a çavkaniyê jî ji holê radibe. Yilmazê destnîşan kir ku ev sê çar roj in ew tê berhevkirina fisteqan: “Êdî berhevkirina wan dest pê kir. Ev sê rojin her serê sibehê em berê xwe didin nav zeviyên fisteqan. Tenê duh me 50 kîlo kom kirin. Min 8 zarok hene û yek ji wan astengdar e. Em debara malê bi cotkariyê dikin. Par kîloya wê 10 lîreyan bû lê niha her bazirganek li gorî berjewendiyê xwe bihayê wê diyar dike. Cotkarî roj bi roj dimire. Ma ev neheqî nine? Ma tişta ku 10 lîreyan tê firotin maye? Debara vî gelî jî ev fisteq in. Heke ku ew jî nebe xelk nikare debara xwe bike."
“Heta êvarê em li ber tavê dixebitin”
Mîran Dûrak 60 salî ye. Ji Cizîrê hatiye. Ew komek ji fisteqên berhev kirine dibe mala xwe yên mayî jî difiroşe: “Karê me jî ev e. Kareke gelek zehmet e, em heta êvarê li ber vê tavê dixebitin û êvarê jî diçin karê malê dikin. Fisteq jî bêqîmet diçe. Kesê ku xwedî zarok be nikare bi vî pereyî debara xwe bike. Tiştek pê nayê. Em ne tenê fisteqan kom dikin, em diçin pembû, diçin genim jî berhev dikin. Di vê demsalê de karê me ev e. Em tenê vê mehê dikarin bixebitin.” (FD)