Wêne: Nazim Dîkbaş
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Di wesayita desteserkirinê de dest bi tacîzkirinê kirin. Bi taybet tiştên giran di ser serê hevalên min ên jin ên ciwan re derbas bûn. Dema birayên wan li derve dinêrîn, gotinên ecêb hatin gotin.
“Ji ber temenê min, ji min re gotin ‘hindik maye ji temenê te re, çi karê te li vir heye? Biçe li mala xwe rûnê, diaya xwe bike, nimêja xwe bike’ û tiştên weke van. Gotinên mîna ‘Hê ev ne tiştek e, em ê çi bînin serê we’…”
Mucella Yapici, Sekretera Lijneya Şêwirmendan a ÇEDê ya Şaxê Buyukkentê ya Stenbolê ya Odeya Mîmaran, bi van gotinan behsa serpêhatiyên xwe yên di dema desteserkirina xwe de kir. Yapici, di Tîrmeha 2013an de, di dema Berxwedana Geziyê de hatibû desteserkirin û ew biribûn Midûriyeta Emniyetê.
Em li 11em Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê ne.
Mîmar Mucella Yapici û keça wê mîmar Cansû Yapici, giliyê polîsan kiriye. Her sê polîs, Levent M., Songul E.K. û Canan B., ji ber sûcê “îşkencekirin” tên dadgehkirin.
NOT: Waliyê wê demê yê Stenbolê, Huseyîn Avnî Mûtlû di Tîrmeha 2013an de bang kiribû û Parka Geziyê vebûbû.
Polîsan wê rojê Mucella Yapici jî di nav de gelek kes desteser kiribû. Ew kes, çar rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê desteserkirî mabûn.
Piştî vê bûyerê bi 8 salan îdianame hatibû amadekirin. Du polîs û fermandeyê nezaretxaneyê bi sûcê “îşkencekirinê” tên dadgehkirin û dozgerî xwestiye ew bi 12 sal cezayê girtîgehê werin cezakirin.
Bersûc: Heta niha kesî bi vî rengî ez tohmet nekiribûm
Li dadgehê destpêkê polîsê bersûc, Levent M. bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bû. Bersûcî ev tişt gotin:
“Ez 15 salan li Emniyetê xebitîm, beşdarî bi sedan operasyonan bûm. Di vê demê de min bi dehan kes desteser kirin. Ti ceza li min nehate birîn û bi vî rengî nehatim sûcdarkirin.
“Gilîkar neheq in. Dermanên wan dan wan û klîma jî dixebitîn. Em ê çawa bikaribin li cihê ku klîma lê kar nake, bisekinin. Ez dixwazim ev tohmetên bêbingeh ji holê rabin û beraet bikim.”
Merîç Eyûboglû, parêzera Mucella û Cansû Yapiciyê axivî paşê û ji polîsî pirsî: “Wê gavê çima belgeyên ku dibêjin îlaç dane wan, di dosyayê de nînin? Ger hebe we çima nexistiye nev?”
Levent M.yî jî got: “Ez li cihekî din im. Pênc sal in ku ez nizanim.”
“Dema keça ciwan birine tiwaletê ew tacîz kirine”
Paşê gilîkar Mucella Yapici axivî û wiha got:
“Xwîn tê ser mîdeya min. Min got ‘Divê ez dermanên xwe vexwim’. Gotin, ‘Ma li vir hemşîreya te xizmetkarê te heye’. Gotin, ‘Dema wê hat em ê bidin’. Lê nayê bîra min ku min derman vexwarin. Mijara xwarinê hebû. Wê gavê jî gotin ‘Ev der ne loqente ye’.
“Klîma carekê bi tenê jî nehate xebitandin. Di dema desteserkirinê de klîma nehatin vekirin. Heyf bû ji bo wanên li wir kar dikirin. Min got, hûn çawa dikarin bêhna xwe bidin û bistînin. Tew ew bêhn, bi rojan ji min neçû.
“Em neçar man û me ped ji polîsên mêr xwestin. Polîsên jin nebûn, mêran dîsa em birin tiwaleta mêran. Piştî me gelek gilî û gazind kirin neçar man û me birin tiwaleta jinan.
“Gotin îlleh tê li tiwaleta mêran bikî. Bi awayekî aşkere îşkenceya mesaneyê li me kirin. Ji min re gotin ‘tu gelekî diaxivî’ û min birin cihekî, min xistin cihekî tarî. Li vê odeyê keçeke ciwan hebû. Cil û bergên wê gelekî tenik bûn. Gelek caran fotograf girtibûn. Ji bo mêr wê nebin tiwaletê, keçkokê av venexwariye.
“Dema ew birina tiwaletê û anîne tacîz li wê kirine. Min ew razand û av pê da vexwarin û min hewl da tiwaleta xwe li nava hicreyê bike. Ev çima li me hate kirin? Ev bi rengekî vekirî îşkence ye. Naqete, birêz serok ev îşkence. Behskirina wê îşkence ye. Bi behskirinê ev îşkence naqede birêz serok. Her em behs dikin, ev îşkence dewam dike. Ne tenê polîs, ez dixwazim ev sîstem biqede.”
“Me birin tiwaleta mêran”
Paşê Cansû Yapici axivî û wiha got:
“Ji bo min jî ne hêsan e ku ez behsa van tiştan bikim. Li gor nêrîna min behskirn gelek binirx e lê ez dixwazim li berambera wê tiştekî jî bistînim. Hin tişt hene ku em fam nakin.
“Yek du jin bi hev re diman lê mêr herî hindik 10 kes bi hev re diman. Weke ku dixwestin bibêjin hûn bi tenê ne. Wezîfedarên jin nebûn.
“Di roja sêyan an jî çaran de hat. Piştî em çûn qawîşan, careke din bang li me kirin. Me birin odeyekê ji bo bi hûrgilî li ser me bigerin. Gotin ‘Xwe tazî bike’. Min got “Çima’. Gotin ‘Ev kar wiha dibe’. Gotin “Şerm neke. Ev wiha tê kirin, tu nizanî’. Cil û bergên min ji min kirin. Li sînga min nêrîn. Bi hûrgilî li ser min geriyan.
“Wê demê zêde kes desteserkirî nebû. Hebe jî divê li gorî wê cih çêbibin. Cihê hewadariyê nebû, wezîfedarên jin nebûn, me birin tiwaleta mêran. Car caran ji bo tiwaletê em çar saetan disekinîn.”
Piştî Cansû Yapiciyê, parêzer Merîç Eyûboglû axivî û wiha got: “Bersûcek nehatiye. Fotografê wê jî heye. Ez dixwazim ji bo wê biryara girtinê û anîna bi darê zorê bidin.”
Heyeta dadgehê di biryara xwe de gotiye ku ew ê ji Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê lênûska dermanan bixwazin û lê binêrin bê ka derman dane Yapiciyê yan na. Her weha ji bo Songul E.K., polîsa bersûc a ku îfadeya xwe nedaye, biryara zeftkirinê daye.
Dadgehkirin wê 10ê Sibatê dewam bike. (EMK/FD)