Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cihgirê serokê Amerîkayê, Joe Biden vê sibeyê hatiye Enqereyê, mijara sereke ya axiftinê Sûriye ye. Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê John Bass û rayedarên balyozxaneyê çûn pêşwaziya Bidenî.
Joe Biden dê serokê Parlamentoya Tirkiyeyê, Ismail Kahraman, serowezîr, Bînalî Yildirim û serokkomar, Receb Tayyîp Erdoganî bibîne.
Amerîka: Em ê piştgiriya operasyona Cerablûsê bikin
Yek ji rayedarên Amerîkayê vê sibeyê ji Reutersê re gotiye, Amerîka dê piştgiriya operasyona Cerablûsê bike.
Daxuyaniya li ser YPGyê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Mark Tonerî li ser wê yekê ku Tirkiyeyê bombe barandin ser çeperên YPG û DAIŞê got ‘’Têkiliya me ya digel Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk heye.’’
‘’Ji bo rewş nekeve rewşa zehmet çi pêwîst be tê kirin. Divê dijayetiya DAIŞa dijmina hevpar bê kirin.’’(AS/MB)