Biryarnameya tayînkirinê a di daraza îdarî û edlî de a Lijneya Dadwer û Dozgeran (HSK) di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorî nûçeya AAyê di biryarê de cih dane biryarên tayînkirinê yên Yekemîn Daîreya HSKê a di 3ê Îlonê de (Hejmar 1334), 10ê Îlonê (Hejmar 1381), 3ê Cotmehê (Hejmar 1571), 27ê Mijdarê (Hejmar 2029) û 2ê Kanûnê (Hejmar 2085).
li gorî vê yekê Cihê wezîfeyê yê 948 dadwer û dozgeran hat guhertin. 778 ji wan di daraza edlî de ne û 170 jî di daraza îdarî de ne.
(EMK/AY)
