Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rapora Servîsa Guherîna Avhewayê ya Kopernîkê ya Yekîtîya Ewropayê dîyar kiriye ku Çirîya Paşîn ya 2020an, li gor navbera salên 1981-2010an bi qasî 0,8 pileyan germtir e.
Raporê eşkere kiriye ku germahîya Çirîya Paşîn ya 2020an, 0.1 pileyê zêdeyî pîvanên Çirîya Paşîn yên 2019an e; li Ewropayê germahîyên Îlon-Çirîya Paşîn, 1,9 pileyan zêdeyî serdema referansa standard e; û herweha serdema germtirîn ya berîya niha ya 2006an, germahî 0.4 pileyan zêdeyî germahîya rêjeya navendî bûye.
“Germ û meyila demdirêj ya guherîna avhewayê ya gerdûnî hevûdin digirin”
Carlo Buontempoyê birêvebirê Servîsa Guherîna Avhewayê ya Kopernîkê, gotiye “germahîyên rekor û meyîla demdirêj ya guherîna avhewayê ya gerdûnî hevûdin digirin”
“Hemû biryarderên ku dixwazin xetereyên avhewayê kêm bikin, pêwîst e van qeydan/jimaran wekî hişyarîyekê bibinin û ji her gavê bêhtir lê bifikirin ku ew dê teahutên navneteweyî yên “2015 Peymana Parîs”ê çawa bi cih bînin.” .
Buontempo behs kiriye li Cemsera Bakur û Bakurê Sîbîryayê cemeda deryayê nêzî asta xwe ya herî kêm dibe û germahî bi awayekî mayînde bilind in û weha dewam kiriye: “Ev meyîl fikaran bi xwe re diîne û nişan dide ku ji ber ku li gor cihên din yê dinyayê zûtir germ dibe, hewce ye Herêma Cemsera Bakur bi hûrgilî were şopandin.” (TP/AY)