Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hasan Cevher, Cîgirê Rêvebirê Emnîyeta Bajarê Colemêrgê ji aliyê polîsê bi navê Nasûh Çûlcûyî ve ku di ekîba wî de bûye, rastî êrişa biçekî hatiye. Hasan Cevherî miriye û polîsê bi navê Nasûh Çûlcû jî hatiye desteserkirin.
Walîtiya Colemêrgê aşkere kiriye ku Hasan Cevher, Cîgirê Rêverberê Asayîşa Colemêrgê dema ku li mala polîsan xwarin dixwar, ji aliyê polîsê bi navê Nasuh Çulcu ve bi 3 guleyan êrîş lê hatiye kirin. Çûlcû di ekîba Cevherî de wezîfedar e û heta niha sedema êrişê diyar nebûye.
Hasan Cevher li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, miriye. Çûlcû jî xwestiye li cihê bûyerê bireve lê hevpîşeyên wî gule lê reşandine û di lingên wî de ew brîndar kirine. Piştre hatiye desteserkirin.
Cevher pêştir weke Rêvebirê Şaxa Ewlekariyê yê Stenbolê wezîfedar bûye. Di 12ê Tebaxa 2017an de ji bo Colemêrgê hatibû tayînkirin.
(HA/AY)