Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Malbata Gulistan Dokuyê ya ku salek berê li Dêrsimê winda bûbû û zêdetirî salekê ye aqûbeta wê nediyar e bi Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê re civiyaye.
Ji 5ê Kanûna Paşiyê ya 2020an û pê ve aqûbeta Gulistan Dokuyê nayê zanîn. Lêpirsîna derbarê windabûna wê dewa dike. Çend roj berê polîs Engîn Yucel, bavê Zaynal Abakarov, bergumanê sereke ji wezîfeyê hatibû avêtin.
Malbata Gulistanê di salvegera erdheja Elezîzê de bi rêya Mehmet Alî Ozkan, Waliyê Dêrsimê bi Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li wî bajarî civiyaye.
Li gorî nûçeya Arti Gerçekê, Bedriye Doku, dayika Gulistanê û Halît Dokû, bavê wê beşdarî civînê bûne û Aygul Doku, xwişka wê jî bi rêya telefonê bi Erdoganî re axiviye.
Aygul Dokuyê derbarê hevdîtinê de wiha gotiye:
“Dêya min û bavê min rû bi rû hevdîtin kirin. Ez bi rêya telefonê axivîm. Me xwest Gulistin were dîtin. Zaynal dizane ku Gulistan li ku ye. Heke rastiyan bibêje wê bersiva pirsa ku Gulistan li ku ye were dîtin.
“Ji bo daxwaza me Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî got ‘Ez weke Serokomarê Komara Tirkiyeyê, ji hêla hiqûqê çi ji destê me were em ê bikin. Bila gumana we nebe. Ji bo mijara lêgerînên di bendavê de çi ji destê me hat, me kir lê me nedît’. Soz da ku wê ji hêla hiqûqê bûyerê bişopînin. Em jî hêvîdar in.” (SO/FD)