Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mûstafa Elîtaş Wekîlê Serokê Komê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di kanala CNNTurkê de beşdarî bernameya Şîrîn Payzinê ya bi navê “Ne Oluyor?” bû aşkere kir ku Partiya Gel a Komarî (CHP) xwestiye lêpirsîn derbarê Suleyman Soylu Wezîrê Navxweyî de bê destpêkirin.
Serokê CHPyê Kiliçdaroglûyî di rojên derbasbûyî de hin îdia bi raya giştî re par ve kiribûn ku dihat gotin xizmên Serokomar Erdoganî ji bo bacê nedin pareyên xwe yandine derveyî welat. Wezîr Soylû piştî van parvekirinan 10ê Kanûna Pêşiyê roja yekşemê bi kurtasî ev tişt ji bo Kiliçdaroglûyî gotibû:
“Ev fenekê siyasî, mêrê ku duh tiştek digot lê îro tiştekî berovacî wî tiştî dibêje du hefte ne bi hin qerpalên ku dane wî şovê dike.
“(…) Ji bo min tiştek gotiye. Gotiye ku, ‘Ez ê te îdam nekim, lê te rezîl bikim, ez ê hemû fen û fûtên te derxim holê’.
“Kiliçdaroglû benê te jî weke mejiyê de riziyayî ye, tu nikarî wê jî bikî. Kiliçdaroglû ez aşkere ji te re dibêjim, ez ê dawiya te bînim.”
“(…) Kiliçdaroglû hîna ne qediya ye, ez li vir careke din ji te re dibêjim, bi gotina ez çavên te maç dikim naqede. Hîna nû dest pê kir, doktorekî bîne ba xwe Kiliçdaroglû, doktorekî bîne ba xwe.”
Mûstafa Elîtaşî got ku ji ber van gotinên Soylûyî CHPyê daxwaza lêpirsînê kiriye. (EKN/FD)