Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Partiya Komarî ya Gelî(CHP) sebebên mixalefeta li Qanûna Bingehîn a nû eşkere kir. Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) reşbelekeka Qanûna Bingehîn amade kiriye û dixwaze ew bibe Qanûna Bingehîn a nû.
Şerha mixalefetê ya CHPyê ji 24 rûperan pêk tê. CHPyê ev şerh ji bo Lijneya Qanûna Bingehîn amade kiriye.
Li gor şerhê sebebên kêşeyên siyasî yên Tirkiyeyê ne sîstema parlamenteriyê ye. Sebeb şeklê birêvebirina desthilatdaran e.
Divê çi hebe?
Li gor şerhê daxwaz ew e ku sîstemek bê çêkirin û bi wê yekê jî serokkomar bikare dadkirinan jî bi rê ve bibe.
Li gor şerhê divê Qanûna Bingehîn azadîxwaz be, bi pîvanên parastinê ve girêdayî be, hêzan ji hev cida bike û divê bikare bê kontrolkirin.
Guhertina birêvebiriyê
“Bi qanûna nû desthilat ji gelî hatiye standin û hemî desthilat li kesekê hatiiye komkirin. Ev sîstema ku em hewil didin wê demokratîk bikin bi temamî tê tinekirin û desthilata yekmêrane çêdike. “
Roja duşemê dê li parlamentoyê be
Teklîf dê di roja Duşemê ji bo parlamentoyê bê şandin. Ji bo ku referandum bê kirin divê 330 parlamenter ji bo referandûmê dengî bide. (NV/MB)