Meclîsa Partiyê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) duh civîna xwe pêk anî û 125 namzetên din ên şaredariyan aşkere kirin.
Ji bo hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê zêdetir ji 15 hezaran bernamzetan serî li CHPyê dane.
Meclîsa Partiyê biryarên ku duh di civîna Lijneya Rêvebir a Navendî ya CHPyê de hatine dayîn, pesend kir û hin namzetên din aşkere kirin.
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê Partiyê Denîz Yucelî, piştî civîna Meclîsa Partiyê ya Serokê Giştî Ozgur Ozel jî beşdar bûbû, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Yucelî got ku, di civînê de “Wan nîqaş li ser 160 navendan kiriye û ji bo 35 cîhan biryara pêşhilbijartinê daye, her weha ji bo 125 navendan jî wan namzet diyar kirine.”
CHPyê 3 jê yên bajarên mezin, 9 namzetên xwe yên şaredariyan aşkere kirin. Di nava 9 navan de jin nînin:
- Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Konyayê: Îsmaîl Soykaya
- Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Manîsayê: Ferdî Zeyrek
- Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Samsûnê: Cevat Oncu
- Namzetê Şaredariya Çanakkaleyê: Mûharrem Erkek
- Namzetê Şaredariya Kirşehîrê: Selahattîn Ekîcîoglû
- Namzetê Şaredariya Bartinê: Mûhammed Riza Yalçinkaya
- Namzetê Şaredariya Amasyayê: Tûrgay Sevîndîr
- Namzetê Şaredariya Kutahyayê: Eyup Kahvecî
- Namzetê Şaredariya Erdexanê: Farûk Demîr
Namzetên berê diyar bûne
CHPyê beriya niha jî bi biryara Meclîsa Partiya xwe 4 jê yên bajarên mezin, li 224 navendan namzetên şaredariyan diyar kiribû. Ekrem Îmamoglû careke din bû namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Mansûr Yavaş jî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê. Di lîsteya beriya niha de jî jin di nava namzetan de nebûn. (AEK/FD)