Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Partiya Komarî ya Gelî(CHP) daxwaza betalkirina biryara girtina parlamenterê CHPyê Enîs Berberoglûyî ji Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 15. kir. Dadgehê daxwaza CHPyê red kir.
Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê 14ê Hezîranê ji ber nûçeya girtina TIRên MITê(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) biryara girtina Berberoglûyî dabû. Parlamenterî li gor xala 330/1. a Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) bi sûcê “sixuriyê” tê sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Parlamenterê CHPyê Enîs Berberoglû hat girtin
Li gor nûçeya Hayatî Kiliçî ya di Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) de parêzerê Murat Ergul daxwaza berdana Berberoglûyî kir. Dadgehê daxwaz red kir.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(AS/MB)