Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Komarê ya Gelî(CHP) li dadgeheka Stenbolê bi sûcê “hewildana bi daxuyaniyên ne rast xapandina saziyên fermî” hin rayedarên Partiya Edalet û Pêşketinê(AKP) gilî kiriye.
Alîkarê serokê AKPyê yê berpirsê hilbijartinan, Ali İhsan Yavuz jî di nav wan rayedaran de ye. Li ser navê CHPyê, seroka rêxistina Stenbolê ya wê partiyê gilîname teslîmî serdozgeriyê kiriye.
Ji bilî sûcê “hewildana bi daxuyaniyên ne rast xapandina saziyên fermî” bi van sûcan jî AKP hatiye sûcdarkirin:
“Heqaretkirina bi rêya medyayê, îftira, bi rêya medyayê tehrîkkirina civakê ji bo kîn û dijminiyê.”
Ew kesên hatîne sûcdarkirin ev in:
Alîkarê serokê AKPyê yê berpirsê hilbijartinan, Ali İhsan Yavuz, serokê rêxistina AKPyê ya Stenbolê Bayram Şenocak, serokê rêxistina Buyukçekmeceyê Murat Çelik, berbijarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Binali Yıldırım, berbijarê şaredariya Buyukçekmeceyê Mevlüt Uysal, cihgirê midirê Midûrîya Werzîş û Ciwanan Oktay Şahin.
(AS/MB)