Fotograf: Nihat Yeşil / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Gel a Komarî giliyê SADATê kiriye ku beriya niha bi demekê Kemal Kiliçdaroglûyî gotibû, "Ew saziyeke paramîlîter e" û ew bi perwerdekirina milîtanan biçek tohmet kiribû.
Alîkarên Serokê Giştî yê CHPyê Bulent Tezcan, Mûharrem Erkek, Gulîzar Bîçer Karaca, tevlî Parlamenterên CHPyê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû, Zeynel Emre, Yuksel Mansûr Kilinç û Yaşar Tuzunî çûne Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê û giliyê SADATê kiriye.
Di gilînameyê de avakar û rêvebirên SADATê Adnan Tanriverdî, Melîh Tanriverdî, Ersan Ergur, Mehmet Nacî Efe, Halûk Yildirim û Mehmet Zelka tên tohmetkirin û gotin ku wan "ji bo kirina sûcan rêxistin ava kiriye", "Destûra Bingehîn binpê kiriye", "Ji bo li dijî saziya yasadanînê, hikûmetê, pergala destûra bingehîn û serweriya dewletê sûcan bikin, rêxistina biçek ava kirine û ew birêve birine", ew "Li dijî qanûna derbarê çekên guleber, kêr û kelûpelên din derketine" û "Li dijî Qanûna Dijterorê rabûne".
Tezcan: Koşk li pişt van e
Li ber avahiya Edliyeya Enqereyê, Bulent Tezcanî derbarê gilîkirinê de axiviye û gotiye: "Me giliyê SADATê, rêxistineke sûckirinê ya paramîlîter kir. Avakirina rêxistineke paramîlîter li dijî qanûnên me sûc e. SADAT bi rêxistinîbûna xwe ya paramîlîter, ji bo li gorî qanûnên Komara Tirkiyeyê sûcan bike hatiye avakirin û rêxistineke sûckirinê ye ku bi piştgiriya Koşkê xebatan dike."
Çi bûbû?
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû, di 13ê Gulanê de, bêyî ku berê aşkere bike, bi ser navenda SADATê ya li Beylîkduzuya Stenbolê de girtibû. Kiliçdaroglû li vir axivîbû û gotibû: "Ev der saziyeke ku terorîstan perwerde dike."
Ji ber vê axavtinê, Serokê Lijneya Rêveber ê SADATê Melîh Tanriverdiyî doza tazmînatê li Kiliçdaroglûyî vekiribû û xwestibû ku bi 1 milyon lîrayekî were cezakirin. (HA/FD)