Partiya Gel a Komarî(CHP), rapora xwe ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de amade kirî û pêşkeşî Komîsyona Meclisê kir. Rapor ji 53 rûpelan pêk tê.
Li gorî nûçeya MAyê Cîgirê Serokê Koma CHPê Mûrat Emîr rapor radestî Serokatiya Meclisê kir. CHPê di rapora xwe de behsa mafê hêviyê û rewşa endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd nekiriye.
Mûrat Emîr piştre axivî û got ku ew şêweyê avakirina komîsyonê rast nabînin û got tevî vê jî di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih girtine.
Emîr weha got: “Divê komîsyon bi awayekî qanûnî bihata avakirin. Di dema guhdarkirinan de astengkirina dayikên ku xwestin bi Kurdî biaxivin û operasyonên li dijî şaredarên hatinê hilbijartin û sepanên antî demokratik baweriya komîsyonê kêm kir.”
Di raporê de CHP’ê cih da van xalan:
*Ji bo biryarên Dadgeha Mafê Mirovan û Dadgeha Destûra Bingehîn pêk werin divê astengiyên îdarî û siyasî bên rakirin.
*Ji bo avakirina aştiyeke civakî sepanên siyasî ku astengiyê ji bikaranîna mafên di destûra bingehîn de hatinê diyarkirin re derdixîne divê bi dawî bibe.
*Divê xalên ku pêşî li azadiya remanê digirin ji qanûna terorê û cezayê bên derxistin.
*Divê qanûna ku gel sewqî kîn û dijminatiyê dike ji nû ve bê sererastkirin.
*Qanûnên ku sansurê û astengiyan ji ragihandinê re derdixînin ji nû vê bên sererastkirin.
*Astengiyên hiqûqî yên ku di pêşiya çapemeniyê de ne divê bên rakirin.
*Hemû astengiyên ku li pêşya azadiya rêxistinkirinê ne divê bên rakirin.
*Yên bi KHK’ê ji karê xwe hatinê dûrxistin divê rewşa wan careke din bê nirxandin.
*Pêşniyarên demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bi dawîbûna sepanên qeyûman û xurtkirina rêveberiyên herêmî divê bê kirin.
*Divê pêşî li biryarên keyfî yên Lijneya Îdare û Çavderiyê ya Girtîgehan bê girtin.
*Xweseriya Dadgehê divê bê mîsogerkirin.
* Divê têkoşîneke xurt li dijî tundiya li ser jin û zarokan bê meşandin.
*Ji bo Cemxaneyan statuya îbadetê divê bê qebûlkirin.”
(AY)

