Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gulîzar Bîçer Karaca, Parlamentera Denîzliyê û Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) li Civata Giştî ya Meclîsê axiviye û bal kişandiye ser daxwazên Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar ên 254 roj in li ber Edliyeya Rihayê di nobeda edaletê de ne.
Karacayê weha gotiye, “Ev bûyer hemû li pêş çavên Emîne Şenyaşar bi xwe pêk hatine. Îro em di kîjan astê de ne. Bûyera li kargehê qewimiye û bûyera li nexweşxaneyê jî qewimiye bi hiqûqê re têkildar e. Bûyera li nexweşxaneyê 41 meh in weke tê lêkolînkirin xuya dike. 41 meh in bi tu awayî ne îfadeya şahidekê/î ne jî ya gumanbarekî nehatiye girtin.”
10 dozger li benda çi bûn?
Karacayê bi bîr xistiye ku Enver Yildiz 17 meh piştî bûyerê bi artêşa parazvanên xwe re teslîm bûye û wiha berdewam kir: “Tapeyên telefonê yên Enver Yildiz hene. Li ser Enver Yildiz di telefonê de gotibû, ‘Heke dozgerê nû hatiye tayînkirin were ez ê biçim îfadeyê bidim. Ez li malê me, telefona min vekiriye, tu kes nehat. Çi bû yên me li nexweşxaneyê bav lînc kirine’ jî tu lêpirsîn nehatiye kirin. Di 3’yê Îlonê de kesekî bi navê Îbrahîm Enver Yildiz digere û Enver Yildiz jî dibêje hêj li benda dozgerê nû ye. Di 41 mehan de 10 dozger hatin guhertin, 10 dozger li benda çi bûn?”
Karacayê bi lêv kiriye ku ligel gotinên Enver Yildiz îfadeya tu gumanbaran nehatiye wergirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi li qeydên dosyayên bi mehane biryara nepen li ser heye hatin em nizanin. Em nizanin ka delîl hatine reşkirin an na. Ma edaleta dereng mayî edalet e? Malbata Şenyaşar 254 roj in nobeta edaletê digirin. Malbat edaletê dixwaze ev yek weke ‘teror’ bi navkirin.”
‘Piştgiriyê bidin daxwaza malbatê’
Karacayê îtîrafên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Eşref Fakibaba bi bîr xistiye û axaftina xwe wiha bi dawî kiriye: “Birêz Fakibaba di 13’ê Cotmehê de derket û wiha got ‘Ev ne çalakiyeke terorî bû, min ev dît, bûm şahid û dema jê re gotin ‘çalakiya terorê’ wijdana min êşiya û li Serokê me yê Giştî geriyam. Min jê re got ev ne çalakiyeke terorî ye û divê ev wida neyê axaftin.’ Ez niha ji vir bang li Wezîrê Dadê hemû hiqûqnasên ku me temaşe dikin û hemû welatiyên bi wijdan dikim; deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar û bila edalet demildest pêk were.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/AY)