Mahmût Tanal, parlamenterê Partiya Gel a Komarî(CHP) bêedaletiya ku malbata Şenyaşar rûbirû bûye, biriye rojeva meclîsê.
Tanal bi bîr xistiye ku Emîne Senyaşar û kurê wê Ferît Senyaşar ji 9ê Adarê ve li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digirin û di daxwaznameya xwe de weha gotiye:
“Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar a bi mehan e ku weke jin, dayik û hevjînekê tê meşandin, bûye sembola bêhiqûqiya ku bi zimanê siyasetê û bi destê darazê li Tirkiyeyê hatiye afirandin. Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar ên ku ji ber edaleta ku destpê kirine rastî lêdan, zordariyê hatin û hatin binçavkirin, li baxçeyê edliyeyê jî destûr nehat dayîn û dema xwestin bi dozger re bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin dozger tu carî hevdîtin qebûl nekir. Ji ber kesên êrîş pêkanîne ji aliyê siyasî ve tên parastin, darizandineke adil nehatiye kirin.”
“Piştî ku li nexweşxaneyê tedawî dibûn, endamên malbata Senyaşar dîsa rastî êrîşa nêzî 30 êrîşkarên ku hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin. Gelek îdîayên giran hene ku kesên birîndar bûne dîsa rastî êrîşê hatine û di îdîanameyê de navê gelek êrîşkaran jî nehatiye diyarkirin. Ji bo tespîtkirina van hemû îdîa û detayên bûyerê û qeydkirina binpêkirina mafan, daxwaz dikim ku Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan li cihê bûyerê tespîtan bike û bikeve nava tevgerê.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê