Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo hilbijartinên herêmî yên 49 bajaran Partiya Komarê ya Gelî(CHP) û Partiya Baş(ÎYÎ Partî) li hev kiriye ku dê hevpeyman bin.
Serokê CHPyê Kemal Kilçdaroglû digel heyeteka ji partiya xwe çûye navenda ÎYÎ Partîyê. Seroka ÎYÎ Partîyê Meral Akşener û endamên partiya wê digel heyeta hatî civiyane.
Li gor hevpeymaniyê herdu partiyan ji bo 22 bajarên mezin û 27 bajaran li hev kirine. Ji 27 bajaran, li 16 bajaran CHP û li 11 bajaran dê berbijarên xwe îlan bikin. Partiya berbijar îlan nekirî dê piştgiriya partiya berbijar îlan kirî bike.
Du ji CHPyê du ji ÎYÎ Partîyê
Piştî lihevhatina herdu partiyan serokên herdu partiyan di kongreyeka rojnamegeriyê de axivîne. Kiliçdarogluyî diyar kiriye ku du kesên ji ÎYÎ Partîyê û du kesên ji CHPyê lîsteyek amade kiriye û wan li ser wê lîsteya hazir li hev kiriye.
akşenerê jî gazind ji wê yekê kiriye ku pêvajoya hilbijartinê wek pêvajoyeka şerekê tê nîşandan. Wê got wan bi wî zimanê Hevpeymaniya Komarî(Cumhur Îtîfaki) bi hev re axiftiye û gihane encameka erênî.
(HA/MB)