Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Partiya Komarê ya Gelan(CHP) û ÎYÎ Partî li ser biryardana ji bo nîşandana berendameka/ê serokkomariyê ya/yê hevpar civîyan.
Herdu partiyan diyar kirine ku ji bo tûra yekem her partîyek dê berendamê xwe hilbijêre. Li gor agahiyên destkeftî serokê CHPyê, Kemal Kiliçdaroglûyî ji ÎYÎ Partîyê re pêşniyar kiriye ku divê ew lîsteya “sifir baraj(bêbend)” çêbikin û bi hev re beşdarî hilbijartina ji bo serokkomariyê bibin.
Seroka ÎYÎ Partîyê Meral Akşenerê jî bi şertê “HDP(Partiya Gelan a Demokratîk) ne di lîsteyê de be” ew dikarin beşdarî lîsteyê bibe.
Piştî civînê Akşenerê diyar kir wan dirûşma xwe ya ji bo hilbijartinê diyar kiriye, dirûşma wan:
“Tirkiye û gelê me dê baş bibe.”
*(Bi zimanê Tirkî) İyi: Bi zimanê Kurdî, baş.
(ŞA/MB)