Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duh Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî ji raya giştî re hin belge aşkere kiribû ku di wan belgeyan de tê gotin, ji malbata Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî hin kesan pare şandine derveyî welat. Ozgur Ozel Wekîlê Serokê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) derbarê mijarê de ji bianetê re axivî.
Ozelî diyar kir ku ew ê daxwaza avakirina Komisyona Lêkolînê ya Parlamentoyê bikin û belgeyan pêşkêşî wir bikin. Her wiha destnîşan kir ku wê Berdevkê Partiyê û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Bulent Tezcan derbarê mijarê de daxuyaniyekê bide.
Li ser pirsa ku gelo dema avakirina komisyonê bê retkirin ew ê gaveke çawa bavêjin, Ozelî got, “Em dixwazin ku lêkolîn li wir li ser belgeyan bê kirin. Ez bawer im ku wê bê avakirin. Heke ku neyê avakirin em ê bi çavkaniyeke sivîl re par ve bikin.”
AKPyê bang kiribû ku belgeyan aşkere bikin
Bekîr Bozdag Berdevkê Hikûmetê û Alîkarê Serokwezîrî li ser Twitterê bang kiribû ku belgeyan par ve bikin:
“Divê Kiliçdaroglû ew dekontên ku nîşan daye bide dozgeriyê û medyayê ku herkes bikaribe lêkolînê bike. Kiliçdaroglû yê ku derewan li Serokomarê me, malbata wî û xizmên wî dike û kuştina rûmetê dike, wê hesabê derewên xwe bide dadgehê.”
Mahîr Unal Berdevkê AKPyê û Alîkarê Serokê Giştî yê AKPyê jî duh wiha axivî bû:
“Heke ku ew belgeyên di destên wî de belgeyên derbarê sûcî de bin, ji xwe ev li gorî destûrê sûc e. Nikare di destê xwe de bigire, divê bide dozgeriyê.” (EKN/FD)