Fotograf: Ajansa Anadolûyê / Stenbol
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Şaxê Stenolê aşkere kiriye ku li Taksîm, Şîşlî û Beşîktaşê bi giştî 119 kes hatine desteserkirin.
Komeleyê saet di 16.20 deqîqeyan de ev daxuyanî belav kiriye û li gorî vê daxuyaniyê 16 kes ji Qereqola Polîsan a Şişliyê serbest mane. Her weha 103 kes hîna girtî ne.
ÇHDyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku “hemû welatiyên mafên xwe yên destûrî bi kar anîne, divê serbest bên berdan”.
DHA: 127 kes hatine desteserkirin
Ajansa Anadolûyê (AA) saet di 13.49 deqîqeyan de nûçeyek weşandiye û gotiye li Şîşliyê 28, li Beşîktaşê 29,li Beyoglûyê 22, li Kagithaneyê 4, li Bakirkoyê 1, bi giştî 84 kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansan a Demîrorenê ku saet di 16.30 dîqeqeyan de belav kiriye, 127 kes hatine desteserkirin. li gorî vê nûçeyê 55 kesên xwestine ji Beşîktaşê, 38 kesên xwestine ji Şîşliyê, 29 kesên xwestine ji Beyoglûyê ber bi Taksîmê ve bimeşin, hatine desteserkirin. Her weha li Kagithaneyê 4 li bakirkoyê jî kesek hatiye desteserkirin. (AS/FD)