Chalak Events ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanî 22yê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê roja şemî wê şeveke bi nave Dengbêj Nights III. (For English scroll down!) li dar bixe. Bername wê li sahneya Şa Performansê çêbibe ku Şa Performans li Beyoglûya Stenbolê ye.
Di vê çalakiyê de kilam, payîzok, heyranok û lawik ên Botanê dê ji aliyê her çar dengbêjên Botanê yên bi navê dengbêj Cemalê Mihê, Kurdê, Henîfa Şirnexî û Avdilayê Goyî ve ji bo bîranîna dengbêş Nesrîn Şêrwan werin gotin.
Dengbêj Nesrîn Şêrwan, di sala 1929an de li gundekî Şirnexê hatiye dinyayê. Li Radyoya Bexdayê xebitiye û nêzî 500 stranan berhev kiriye. (AY/FD)