Chalak Eventsa Wanê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew ê li bajarê Wanê bernameyeka gotûbêj û kurtefîlmên pêk bîne. Bername dê 13ê Kanûna Paşiyê(13.12.2018) bê pêanîn.
Kurtefîlma Ferîşte ya Akam Abdullahî dê bê nîşandan û piştî nîşandana kurtefîlmê derhênerê navborî dê beşdarî bernameya gotûbêjê bibe.
Ji bilî ferîşteyê kurtefîlmeka bi navê ‘Nêçîrvanê Xerab’ jî dê bê nîşandan. Kurtefîlm ya Şehîm Omer Xelîfeyî ye û bûbû berbijara Xelata Oscarê.
AKAM ABDULLAH KÎ YE?
Akam Abdullah ji paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ye û di heman demê de di rêveberiya sînemayê ya hikûmetê de karmend e. Abdullah niha li Zanîngeha Wanê ya Yuzuncuyilê (YYU) di beşa kurdî de lîsansa bilind (master) dike.
ŞEHÎM OMER XELÎFE KÎ YE?
Şehîm Omer Xelîfe di sala 1980’yî de li gundê Zaxoyê yê bi navê Derkarê çêbû. Li dibistana hunerê ya Saint Lukas a li paytexta Belçîkayê Brukselê di beşa sînemayê de master kiriye. Xelîfe bi fîlmên xwe yên metrajkin ên weke ‘Messi Bagdat’, ‘Welatî Palawanan’ (Welatê Pêlewanan), ‘Nêçîrvanê Xirab’ û ‘Zagros’ çendîn xelat wergirtine. Xelîfe ev 16 sal e li bajarê Belçîkayê yê bi navê Lovniyê dijî.
(MB)
Çavkanî: Chalak, Nûçexane, Instagram/Chalakevents